Duh 01.11.2022yê Erebistana Siûdî di raportekî îstixbaratî de aşkera kiribû, xwedê girawî Îran dixwaze ji bo veşartina xwepêşandanên navxwe yên li Îranê êrîş bike ser Hewlêr û Siûdiyê. Vê derbarê de îro 02.11.2022yê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, ji bo berevanî kirina berjewendiyên xwe û hevbeşên xwe yên li navçeyê em ti carê dudil nabin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Em ji gefên Îranê nîgeran in, berdewam bi rêya kanalên leşkerî û dîplomatîk û îstixbaratî de li gel Siûdiyê em li ser xetê ne. em ji bo berevanî kirina li xwe û hevpeymanên xwe yên li navçeyê bi kiryarî jî dudil nabin. ‘’