Amerîka malbatên çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dê welatiyên xwe yên di nav DAIŞê de cih girtine ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

13.09.2023, Çar - 11:18

Amerîka malbatên çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di bersva pirseke berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Wahingtonê Diyar Kurde de got:

“Ji bo nehiştina pirsgirêkên ewlehiyê li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê vegerandina welatiyên biyanî ji kampên wê derê çareseriya herî li pêş e.

Matthew Miller diyar ku ew welatên jî han dide ku hemwelatiyên xwe ji kampên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê wergirin.

Matthew Miller da zanîn ku ew dê malbateke 10 kesî û welatiyên din ên Amarîkayê vegerînin lê xebera wan ji hejmara welatiyên Amarîkayê yên di wan kampan de cih digirin nîne.

“Pêwîst e werin dadgehkirin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bal kişand li ser welatiyên din ên li kampan dimînin û got: “Pêwîst e hemû welatên din jî welatiyên xwe yên li van kampan wergirin.

Divê wan kesan bi civakê bidin qezençkirin. Eger pêwîst bike jî divê li kampan an jî navendên desteserkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê werin dadgehkirin.”

Kampa Rojê nêzîkî sînorê bi Herêma Kurdistanê re ye û Kampa Holê jî nêzîkî Hesekê ye.

Her du kamp jî ji malbatên DAIŞê hatine avakirin.

Pirsa Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê yê Amarîkayê Diyar Kurde û bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller wiha ye:

Diyar Kurde: “Hun dê malbateke 10 kesî ya Amarîkayî vegerînin. Di wan kampande de wekî din malbat an jî welatiyên Amarîkayî hene?”

Matthew Miller: “Erê, ji bo wergirina wê malbatî em dixebitin. Em ji hejmara welatiyên Amarîkayê yên li kampan bêxeberin. Ji bo nehiştina pirsgirêkên ewlehiyê vegerandina welatiyên biyanî ji Kampên Bakûrê Rojhilatê Sûriyê çareseriya herî li pêş e.”

Di kampên Rojavayê Kurdistanê de zêdetir ji 60 hezar kesî hene ku beşeke ji wan malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x