Amerîka, reformên Wezareta Pêşmergeyan çawa dibîne?

Cigirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Amerîka ji ber dabeşbûna di nav Wezareta Pêşmergeyan de nîgeran e.”

28.07.2023, Cum - 13:42

Amerîka, reformên Wezareta Pêşmergeyan çawa dibîne?
Nuçe Belav bike

Vedant Patel, di civîna xwe ya bi rojnamevanan re bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da.

“Me bankayên Iraqî siza nekirinê”

Patel, li ser pirsa mûhabîrê ajansa Rûdaw\'ê ya di heqê sizayên Amerîkayê de amajê pê kir ku wan bankeyên Iraqê siza nekirine û got:

“Me ji van 14 bankayan 1 jî siza nekiriye. Destpêka tîrmehê, 14 banka ji lîsteya wan bankayên ku dikarin dovîzan ji Bankaya Navendî ya Iraqê wergirin hatin derxistin.

Armanca vê yekê ew bû kesên nêtxerab nikaribin bi rêya vê bankayê dovîzan bibine derveyî Iraqê.”

Vedant Patel bal kişande ser mijara gendeliyê û amaje pê kir ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî li dijî gendeliyê têdikoşe û ji bo modernkirina sîstema aborî ya Iraqê hewl dide.

“Em hîn jî nîgeran in”

Patel, pirsa Diyar Kurde ya bi şiklê “Nêrîna we li ser reformên Wezareta Pêşmergeyan çi ye?” jî bi vî awayî bersivand:

“Em hîn jî ji ber nokakiyên navxweyî yên di pêvajoya reformên di Wezareta Pêşmergeyan de nîgeran in û me ev nîgeraniyên xwe ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x