Amerîka balafirgehên kevn nûjen dike: Di bombebarana Hîroşîmayê de bi kar anîbû

Artêşa Amerîkayê ji bo ji nû ve çalakkirina balafirgeheke leşkerî ya vala ya li girava biçûk a bi navê Tinianê di nava Okyanûsa Pasîfîkê de dixebite.

30.12.2023, Cts - 17:41

Amerîka balafirgehên kevn nûjen dike: Di bombebarana Hîroşîmayê de bi kar anîbû
Nuçe Belav bike

Amerîkayê berî niha 6 Tebaxa 1945an ji bo bombebarana bajarê Hîroşîmaya Japonyayê ew balafirgeh bi kar anîbû û balafirên ku bombeyên atomî hilgirtibûn ji wir firiyabûn.

Amerîka ji bo rûbirûbûna pêgeha Çînê ya li Asya û Okyanûsa Pasîfîkê bi milyar dolaran li cihên stratejîk ên nû xerc dike.

Herwiha bingehên leşkerî yên nû amade dike ku bikare di her êrişekê de wan bi kar bîne.

Çîn bargehên leşkerî ava dike

Amerîka dibêje ew hest dikin ku rewşeke bilez û awarte heye û ev kar bersiveke gavên Çînê ne ku li giravên biçûk ên li herêmê nakokî li ser hene, bargehên leşkerî ava dike.

Berdevkê Hêza Esmanî ya Amerîkayê yê Pasîfîkê Kenneth Wilsback destnîşan kir, di demekê de ku Çîn ji bo avakirina binkeyan dixebite, Amerîka jî ji bo nûjenkirina wan binkeyên leşkerî yên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de hatine bikaranîn dixebite.

Berdevkê Hêza Esmanî ya Amerîkayê yê Pasîfîkê Kenneth Wilsback ji rojnameyeke Japonyayê re ragihand ku li nêzîkî Guama Tinianê balafirgeheke dîrokî heye ku dikeve bakurê giravê.

Gelek giya û dar lê şîn bûne lê Amerîka dê heta havîne wan paqij bike û binkeyeke berfireh a leşkerî lê ava bike.

Niha hêzên asmanî yên Amerîkayê li nêzîkî vê balafirgehê karê nûjenkirinê dikin ku di sala 1945an de yek ji balafirgehên herî navdar ên cîhanê bû.

Wê demê bi dehan balafirên B-29 ên Amerîkî li ser 6 pîstan berdewam radibûn ku 2 hezar û 300 kmyan dûrî başûrê Japonyayê ye û berdewam Împratoriya Japonyayê bombebaran dikir.

Piştî ku Amerîkayê girav ji destê Japonyayê derxist, bingeheke leşkerî ya pêşketî bilez çêkir û ji bo danîna yekem bombeyên atomî hate hilbijartin.

Ji vê girava ku li Arşîpela Marianayê ye, di 6 û 9ê Tebaxa 1945an de, du balafirên ku bombeyên "Kurê Biçûk-Little Boy" û "Zilamê Qelew-Fat Man" avêtin rabûn û zêdetirî 200 hezar kesî mirin û Japonya têkşikandin.

Amerîka 12 binkeyên nû ava dike

Piştî 80 salî careke din buldozer vegeriyan Tinianê û vê carê çavên xwe berdane ser Pekînê.

Sala 2022yan belgeya ku stratejiya leşkerî ya Amerîkayê ji bo salên pêş destnîşan dike, tekez kir ku "projeya zordar û êrişkar a Çînê ya ji nû ve amadekirina navçeya Hind-Pasîfîkê" metisiya herî mezin a ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ye.

Di nava 3 salên dawî de budçeya taybet a avakirina binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Asya û Deryaya Pasîfîkê hatiye bilindkirin.

Li gorî rapora navenda lêkolînan a Kongreya Amerîkayê, sala 2020ê budceya avakirina binkeyên leşkerî 1.8 milyar dolar bû lê sala 2023yan bû 3.6 milyar dolarên Amerîkî.

Stratejiya ku Pentagon li ser dimeşe dixwaze nîşan bide ku Amerîka dikare li binkeyên leşkerî yên li derveyî Japonya û Koreya Başûr û giraven Guamê bixebite.

Li gorî rapora Kongreyê, ji sala 2011ê ve Amerîkayê 12 binkeyên leşkerî yên nû li Filîpîn û Awistralyayê amade kirine ku gelek ji wan di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de hatibûn bikaranîn.

Wergirtina balafirgehên dema Şerê Cîhanê yê Duyem

Berdevkê Hêza Esmanî ya Amerîkayê yê Pasîfîkê Kenneth Wilsback di kongreyeke rojnamevaniyê ya meha Îlonê de got:

”Dibe ku beşeke mezin a stratejiya me wergirtina balafirgehên dema Şerê Cîhanê yê Duyem be, em dê wan ji giya û daran paqij bikin.”

Kenneth Wilsback herwiha diyar kir ku ew binkeyên mezin ava nakin û tenê li pey wan cihan digerin ku sotemenî, çek û xwarin hebe ku leşkerê wan tê de bêhna xwe bidin û balafirên wan bikarin rabin.

Ev kar li Tinianê tê kirin û meha Sibata 2022yan karê nûjenkirinê li nêzîkî balafirgeha nû dest pê kiriye û di qonaxa bê de, dê balafirgeha berê jî were nûjenkirin ku ya dema Şerê Cîhanê yê Duyem ye û dikeve bakurê giravê.

Berdevkê Hêza Esmanî ya Amerîkayê yê Pasîfîkê Kenneth Wilsback diyar kir ku Amerîka ji ber hestkirin bi “rewşeke bilez û awarte” rê da leşkerê xwe ku binkeyên nû ava bike ji bo “baştirkirina rewşa bersivdanê” li herêmê.

Tê pêşbînîkirin ku karê nûjenkirina balafirgeha du salan dirêj bike ku dê depoyên sotemeniyê bêne avakirin ku balafirên Amerîkayê bikarin bigihêjin armancên xwe dema ku di binkeya Andersena Guamê de pirsgirêk derkeve.

An jî pirsgirêk li deverên din li rojavayê Pasîfîkê derkeve dê vê binkeyê bi kar bînin.

Li gorî bergenameyên artêşa Amerîkayê budçeya vê projeyê 162 milyon dolarên Amerîkî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x