Amerîka: Hûsiyan êrişî keştiya me kir

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hûsiyan li Kendava Edenê du mûşek berdane kêştiyên wan.

19.01.2024, Cum - 11:47

Amerîka: Hûsiyan êrişî keştiya me kir
Nuçe Belav bike

Amerîkayê destnîşan kir ku mûşek li keştiyên wan neketine lê Hûsiyan ragihand ku êrişa wan gihiştiye armanca xwe.

CENTCOMê amaje pê kir ku Hûsiyan bi du mûşekên balîstîk êrişî keştiyên Amerîkayê yên bar kiriye.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand:

“Terorîstên Hûsî yên nêzîkî Îranê, saet 21:00ê (bi dema Yemenê) du mûşekên balîstîk berdane keştiyeke Amerîkayê.

Mûşek bêyî li keştiyê bikevin ketine deryayê û zerer negihiştiye xebatkaran û keştiyê.”

“Mûşek li hedefê ketine”

Li aliyên din, Hûsiyan jî bi rêya hesabên xwe yên torên civakî ev daxuyanî da:

“Hêzên me yên deryayî, keştiyeke Amerîkayê bi çend mûçekan kiriye armanc û mûşekên me rasterast li armanca xwe ketine.”

Herwiha hat zanîn ku barê wê keştiyê madeyên kimyewî bûn û ji Erebistana Siûdiyê ber bi Kuweytê ve diçû.

Di maweyê hefteya borî de Amerîkayê çar caran li Yemenê êrişî Hûsiyan kiriye û êrişa herî dawiyê jî beriya vê êrişa Hûsiyan bi çend saetan bû.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), Hûsiyan ji 19ê Çiriya Paşîna 2023yan ve li Deryaya Sor û Kendava Edenê 29 caran êrişî keştiyên bazirganiyê kiriye.

Hûsî dibêjin ew van êrişan “ji bo tolhildana Xezeyê” dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden mikur hatibû ku bandora êrişên wan ên li ser Hûsiyan negihaye wê astê ku rê li ber êrişên wan bigire û gotibû, “Gelo em dê êrişên xwe bidomîn? Erê”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x