Amerîka: Me peyam ji Îranê re şand ku êrişên xwe rawestîne

Nûnerê Amerîkayê yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood got, “Me peyam ji Îranê re şand ku êrişên xwe rawestîne.”

06.02.2024, Sal - 17:07

Amerîka: Me peyam ji Îranê re şand ku êrişên xwe rawestîne
Nuçe Belav bike

Piştî êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê, Rûsyayê bangî Konseya Ewlehiyê kir.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser banga bilez a Rûsyayê civiya.

Di civînê de Îraq, Îran û Sûriyeyê êrişên Amerîkayê yên li nav Îraq û Sûriyeyê şermezar kirin.

Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragihand ku grûpên çekdar ên nêzî Îranê 165 caran êrişî hêzên Amerîkî kiriye.

Ji aliyê xwe ve Fransayê êrişa girûpên çekdar ên nêzîkî Îranê şermezar kir û dubare piştevaniya xwe bo Amerîka nîşan dar û peyama dostaniyê jî ji Herêma Kurdistanê re şand.

“Em ji bo aştya Îraq û Herêma Kurdistanê dixebitin”

Nûnerê Fransayê yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nicolas de Riviere di civînê de got:

“Em ji bo aştya Îraq û Herêma Kurdistanê dixebitin. Em êrişên dronî yên meha borî û hefteyên borî yên li ser asayîşa Kurdan a Hewlêrê şermezar dikin.

Ev êriş serweriya axa Îraqê binpê dikin. Em ji aloziyên li bakur-rojhilat û bakur-rojavayê Sûriyeyê nîgeran in û xelkê sivîl ji ber van aloziyan gelek mexdûr bûye.”

Di nava van aloziyan de, her dema ku Amerîka êrişî berjewendiyên Îranê û grûpên nêzîkî wê dike, ew jî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

“Amerîka wê barêgehên xwe û gelê xwe ji van êrişan biparêze”

Nûnerê Amerîkayê yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood ji Rûdawê re axivî û got:

“Şopa Îranê di hemû aloziyên herêmê de diyar e. Me bi awayekî eşkere, rasterast û nerasterast ji Îranê re peyam şand ku êrîşên xwe rawestîne û piştgiriya grûpên çekdar neke.

Amerîka wê barêgehên xwe û gelê xwe ji van êrişan biparêze.”

Banga Rûsyayê

Piştî êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê, Rûsyayê banga civîna “bilez” a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê 28ê mehê bi dronên kamîkaze êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê kir û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest da û zêdetirî 40 leşkerî jî birîndar bûn.

Amerîkayê wekî tolhiladana êrişa li ser baregaha xwe ya Urdinê, li Sûriye û Îraqê 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û komên milîs ên girêdayî bombebaran kiribûn.

Di encama êrişên li Sûriye û Îraqê de milîs û çekdarên ser bi Îranê hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x