Li Amerîkayê qeza: Pênc Kurdên ku ji Umreyê vedigeriyan mirin

Li eyaleta Pensilvanyayê ya Amerîkayê pênc kesên Dihokî di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

18.01.2024, Per - 12:57

Li Amerîkayê qeza: Pênc Kurdên ku ji Umreyê vedigeriyan mirin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, ew kes ji Umreyê vedigeriyan û beriya ku bigihin mala xwe ya li New Yorkê vê qezayê rû daye.

Karwan Zêbariyê birayê du kesên ku di vê qezayê de mirine, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku grûpek Kurd bi hev re çûbûn Umreyê û dema bi du otomobîlan vedigeriyan mala xwe ev qeza çêbûye.

Li gorî agahiyên Karwan Zêbarî, otomobîlek ji wan ji ber berfê û rêyên xerabe qulibiye û dema otomobîla din li wan sekiniye da ku wan rizgar bikin barhilgirekê li her du otomobîlan xistiye.

Di vê qezayê de pênc kesên Dihokî mirine, jinek jî birîndar bûye û niha rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Nasnameyên sê kesên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

- Bêrîvan Nîmet, 43 salî bû

- Hevrist Nîmet, 41 salî bû

- Nalîn Armanc, 20 salî bû

Ev malbat bi eslê xwe ji Akrê ye û sala 1994an çûye Amerîkayê.

Li aliyê din, her du kesên din ên ku di vê qezayê de mirine jî Fatîme Abdula û Şehnaz Mecîd in.

Li gorî agahiyan, dê termên van pênc kesan piştî lêkolînên tiba dadî bişînin Herêma Kurdistanê û dê li wê derê werin veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x