Trump daxwaz ji Ewropa kir ku çekdarên DAIŞê werbigirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwazê ji welatên Ewropayê dike 800 çekdarên DAIŞê werbigire ku niha li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtî ne.

17.02.2019, Paz - 11:48

Trump daxwaz ji Ewropa kir ku çekdarên DAIŞê werbigirin
Nuçe Belav bike

Donald Trump îro di twîtekê de got: "Amerîka daxwazê ji Fransa, Almanya, Brîtanya û hevpeymanên xwe yên Ewropî dike ku zêdeyî 800 çekdarên biyanî werbigirin ku me li Sûriyê girtine û divê bên dadgehkirin."

Serokê Amerîkayê herwiha ragihand ku xelafeta DAIŞê li ber ketinê ye û got: "Cîgirê dadgehkirina wan çekdaran nebaş e û me neçar dike wan azad bikin."

Trump da zanîn ku Amerîka naxwaze bibîne ew çekdarên DAIŞê bigihin nav Ewropayê û tê pêşbînî kirin vêna bikin û got: "Me gelek kar kir û me gelek xerc kir, dema wê yekê ye yên din di vê derbarê de gavan biavêjin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:24:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x