Sedemeke sereke ya kêşeyên Enqere û Esînayê, taybet e bi sînorên avî yên Deryaya Spî anku Deryaya Naverast û hewlên Tirkiyê yên geryana li dû çavkaniyên enerjiyê li wî sînorê avî.
Îro Sêşeme Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana Yunanê û Tirkiyê dike. Armanc ji serdana Heiko Maas, encamdana gotûbêjan derbarê pirsgirên Deryaya Spî û aloziyên di navbera Tirkiyê û Yunanê de ye, ku Almaniya dixwaze di vê doseyê de rola navbeyînkariyê bilîze.
Serdana Hayko Mas ji bo Tirkiye û Yunanê, hewleke din a Almanyayê ye ji bo hêwirkirina aloziyên li rojhilatê Deryaya Spî.
Sedemeke sereke ya kêşeyên Enqere û Esînayê, taybet e bi sînorên avî yên Deryaya Spî anku Deryaya Naverast û hewlên Tirkiyê yên geryana li dû çavkaniyên enerjiyê li wî sînorê avî.
Yunan dibêje, Tirkiye li rojhilatê Deryaya Naverast, sînorên avî derbas dike, daxwaz jî kiriye ku Yekîtiya Ewropayê sizayan bi ser Enqereyê de bisepîne.
Fransa û Qubris piştgiriya xwe ji bo wê daxwaza Esînayê ragihandine.
Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel daxwaza aramkirina rewşê dike û dibêje: “Pêwîstiya me bi aramiyê, ne bi girjiyê heye. Niha rewşeke aloz heye. Ez bawer im eger Fransa û Almanya pêwendiyê bi herdu aliyan re bikin, çareseriyeke baş dibînin. Ligel wê yekê jî, em bi zelalî dibêjin, em ti êrîşê li ser serweriya xaka welatekî endam di Yekîtiya Ewropayê de, qebûl nakin.”
Heiko Maas di serdana xwe de, nîgeraniya Ewropayê yên derbarê çalakiyên Tirkiyê li navçeyên avî yên nakokî li ser, digihîne Enqereyê û pêşniyar dike, gera nû ya danûstandina, bi mebesta çareseriya kêşeyê, bê encamdan.
Tirkiye, ji çend heftiyan ve dest bi gera li çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Deryaya Naverast kiriye, ew yek jî bi armanca dîtina çavkaniyeke nû ya enerjiyê ye.
Înêya bihrî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû, ku welatî wî keşfeke dîrokî kiriye û li Deryaya Reş 320 milyar metre sêca gaza siruştî dîtiye.
Erdogan gotibû: “Ji bo ku em hebûna xwe bi bihêztirîn şêwe di hemû waran de nîşan bidin, em amade ne. Niha hêz û vîna Tirkiye heye û çavkaniya wê heye, ji bo ku li ser pêyê xwe raweste, bêyî ku xwe penayî sîbera ti kesî bike, di ti warî de.”
Yekîtiya Ewropayê dixwaze, rê li ber belavbûna girjiyên Yunan û Tirkiyê bigire, ji ber ku ew du welatên dîrokî di rûbirûbûn û aloziyê de ne. Almanya jî, serkirdeyetiya wan hewlan dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê, Krîstofer Burger derbarê dilgiraniyên welatê xwe li hember aloziyên di navbera Yunan û Tirkiyê de ragihandiye: “Em gelekî ji wan aloziyan nîgeran in, ku bandora wan li ser pêwendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê dibe, eger ev alozî berdewam bin, dibe ku belavbûna rewşê xirabtir bibe û encama wê ya metirsîdar hebe.”
Tirkiye û almanya li ser wê yekê rêk keftin, Enqereyê piştî 23yê mehê keştiya Orûç Reys, ji geranê rawestîne. Lê Tirkiye dema mana keştiya Orûç Reys li Deryaya Naverast, heta 27ê mehê dirêj kiriye.