Fransa, ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ku du roj berê hat encamdan ragihand ku îlana serxwebûnê dibe li herêmê bibe sedema bêaramiyê û da zanîn ku divê Iraq xweseriyeke zêdetir bide kurdan.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian di axaftina xwe ya televîzyona BFMê de got: "Daxwaza me ev e ku kurd bi xweseriyeke pir zêde bi Iraqê re li hev bikin û tevlî avakirina welat bibin."
Jean-Yves le Drian di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dem ji bo serxwebûnê ne pêkan e. Lê heke serxwebûn were ragihandin, di vê dewra ku DAIŞ li Iraqê têk çûye dibe dibe li Rojhilata Navîn bibe sedema krîzên nû."