Fransayê sizayê zindanîkirinê bi ser 11 welatiyên Kurd de sepand

Dadgeha Tawanan a Parîsê roja înê 14ê Nîsana 2023an, bi tometa "wergirtina pereyan û fînansekirina terorê" sizayê zindanîkirinê bi ser 11 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de sepand.

15.04.2023, Cts - 11:38

Fransayê sizayê zindanîkirinê bi ser 11 welatiyên Kurd de sepand
Nuçe Belav bike

Dadgeha Tawanan a Parîsê roja înê 14ê Nîsana 2023an, bi tometa "wergirtina pereyan û fînansekirina terorê" sizayê zindanîkirinê bi ser 11 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de sepand û siza jî di navbera 3 heta 5 salan de ye.

Ew endamên PKKê, xelkê Bakurê Kurdistanê ne û ji hefteya borî ve bi tometa hebûna pêwendiya wan bi PKKê û fînansekirina wê, li başûrê rojhilatê Fransayê hatin dadgehîkirin.

Dadgeha Parîsê wisa bawer e ku ew endamên PKKê bi bikaranîna zext û gefan di nav revenda Kurdî de, gelek pere kom kirine.

Serokê Dadgehê diyar kiriye, guman tê de tune ye ku endam û alîgirên PKKê li eniya Iraq û Sûriyê beşdar bûne û şerê grûpên cîhadî kirine.

Dadgeha Fransayê piştgiriya daxwaza Dozgerê Giştî kir ku biryar nedaye ji axa Fransayê werin derkirin, ji ber ku ev biryar piranî di dosyeyên terorê de têne dayîn, li ser bingeha rewşa penaberan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x