Ji Fransa li hemberî biryara Kurdistan daxûyaniyên girîng!

Wezareta Derve ya Frasayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Fransa pêşwazî li wê yekê dike, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê îtirafê bi nêrîna Dadgeha Bilinda Federalî ya Iraqê ya derbarê yekîtiya xaka Iraqê de dike.

16.11.2017, Per - 07:00

Ji Fransa li hemberî biryara Kurdistan daxûyaniyên girîng!
Nuçe Belav bike

Fransayê bi fermî pêşwazî li daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê kir û daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir, ku li ser bingeha Destûrê dest bi diyalogê bikin.

Fransa herwiha dibêje, Parîs pêşwazî li nîşandana amadeyiya Hewlêrê bo destpêkirina gotûbêjan li gel Bexdayê jî dike.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Em hikûmeta Iraqê û desthilaên Herêma Kurdistanê han didin, bo çûna nav diyalogekê bêyî paşketin û bo dîtina çareseriyeke siyasî û çareserkirina nakokiyan li ser bingeha Destûra Iraqê û guncaw li gel yekîtî û serweriya Iraqê û mafên Kurd.”

Wezareta Derve ya Fransayê di berdevamiya axaftina xwe de tekez kiriye: “Fransa berdewam dibe li ser piştgiriyên xwe bo hewlên Şanderê Taybetê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê, birêz Jan Kubis.”

Wekî tê zanîn îro Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, Brîtanya û Fransayê jî pêşwazî li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de kirin.

Duh Sêşemî 14'ê Mijdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de aşkere kir û ragihand: Em rêzê li biryarê digirin û pêwîst e ev yek bibe bingehek bo destpêkirina diyalogeke niştimanî û piralî bo çareserkirina nakokiyan.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî duh di gotara xwe ya heftane de pêşwazî li biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, ew pêşwazî li her helwestekê dikin ku rêk be li gel helwesta hikûmeta federal bo kontrolkirina sînor. Ebadî herwiha gotib, ku Bexda daxwaza ji hev têgihîştineke zêdetir dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x