Li Almanyayê hewldana darbeyê

Li Almanyayê 25 kes ji efserên leşkerî û siyasî bi tohemta hewldan bo pêkanîna darbeyê û avakirina dewletekê li gor Împeratoriya Alman a 1871an, hatin desteserkirin.

07.12.2022, Çar - 08:52

Li Almanyayê hewldana darbeyê
Nuçe Belav bike

Îro li seranserê Almanyayê operasyon hat lidarxistin û 25 kes hatin desteserkirin. Dozgerî ji bo ku pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê ji holê rabike û li gorî Împeratoriya Alman a 1871an dewletekê ava bike, gumanbaran bi avakirina rêxistina terorê sûcdar dike.

Li 11 eyaletan biryara desteserkirina 52 kesan bi îdiaya endam û alîgirên rêxistina terorê ne, hatiye dan.

Hat îddîakirin kesên ku hatin desteserkirin plan dikirin ku bi ser parlamentoya Almanyayê (Bundestag) de bigirin.

Di nav wan de leşkerên berê jî hene.

Dozgerî gumanbaran bi avakirina rêxistineke terorîstî bia rmanca ji holê rakirina pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê û avakirina dewletê li gor Împeratoriya Almanyayê ya 1871’an, sûcdar dike.

Tê gotin ku di nav kesên desteserkirî de endamên tevgera tundrew a Reichsbürger (Welatiyên Reich) jî hene ku ji ber êrîşên tund û teoriyên komploya nijadperest ev demeke dirêj e di bin çavdêrî û şopandina polîsên Almanyayê de ye.

Herwiha ew grûp red dike ku dewleta modern a Almanyayê nas bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x