Luksembûrgê ji bo Efrînê bang li NATOyê kir

Wezîrê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn nameyek ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şand û daxwaz kir ku ew êriş rawestin û artêşa tirk ji Efrînê derkeve.

18.03.2018, Paz - 06:01

Luksembûrgê ji bo Efrînê bang li NATOyê kir
Nuçe Belav bike

Jean Asselborn di wê nameya xwe de ragihand ku ew ji ber êrişên artêşa tirk ên li ser Efrînê gelek bifikar in û hişyariya karesatekê da. Herwiha di wê nameyê de hat gotin ku piştî destpêkirina êrişan alîkariyên mirovî nagihin herêmê û daxwaz kir ku ew êriş rawestin.

Artêşa tirk û cîhadîstên pê re ev nêzî 2 mehan e bênavber bi hemû hêza xwe êrişî navçeya Efrîna Rojavayê Kurdistanê dikin.

Tevî biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî jî ku 24ê Sibatê ji bo seranserê Sûriyê agirbest hatibû ragihandin ev êriş berdewam dikin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê jî daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku ji destpêka êrişan heta niha piraniya wan zarok û jin bi sedan sivîl ji aliyê çekdarên artêşa tirk ve hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:30:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x