Serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî du wekîl bo wezareta derve destnîşan kir ku yek ji wan kurd e.
Wekîlê kurd yê wezareta derve ya Iraqê, Umer Berzencî ye û di heman demê de kandîdê serkomariya Iraqê ye jî.
Umer Berzencî beriya niha balyozê Iraqê li Qeterê bû.