Makgork: Tirkiye rê daye 40 hezar Daişîyan daku biçin Suriya

Birêt Makgork, nwênerê berê yê serokatîya Emerîkayê li Hevpeymanîya Nêvdewletî de dijî Daişê, ragehand, Tirkiyê rê daye 40 hezar Daişî ji 110 welatên vihanê ve, biçin nav Suriya û Daişê damezirînîn.

20.10.2019, Paz - 07:04

Makgork: Tirkiye rê daye 40 hezar Daişîyan daku biçin Suriya
Nuçe Belav bike

Mekgork yek di yek ji korbendên taybet de bi metirsîyên Daişê, ragehand, li dema karê xwe di Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî Daişê, nemaze di dema berngarbûna wê rêkixistêyê, kar li gel Tirkiyê kirîye û çend caran jî çûye Enqereyê daku sinûrên xwe li gel Suriya daxe, lê Tirkiyê ev kar nekir.

Makgork dibêje jî: Ser wê yekê me çend caran daxwaz ji Tirkiye kir ku sinûrî daxe, lê berpirsên Tirkiyê ji me re gotin, nekarîn evî karî bikîn.

Amaje bi wê yekê jî dike, dema hêzên Kurdî, devereke berfireh ji sinûr kontirol kirin, wê çaxê Tirkiyê sinûr daxist û dîwareke mezin bi demeke kêm li severên sinûrî duirst kir.

Li gor rojnameya Nîyoyok Taymiz, Tirkiye di burdûmanên xwe de serinca xwe xistîne ser girtîxaneyên Daişê, bi sedema wê burdûmanê jî heya niha bi dehan çekdarên Daişî yên girtî şîyane birevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:55:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x