Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê roja 6ê Cotmeha 2022yan nivîsek şandiye dibistanan, ku hemû wan xendekarên ku xwendina wan bi zimanê Erebî ye û dersa zimanê Kurdî jî tê xwendin, eger di dersa zimanê Kurdî de dereceya xwendekaran nizm be jî, weke binkeftî nayê hejmartin.
Ev biryara Wezareta Perwerdehiyê nîşaneya paşguhkirina zimanê Kurdî ye, ku wisa dike, xwendekar guh nedin vê dersê û fêr nebin.