Malikî: Kurd serxwebûnê naxwazin

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî di kanaleke televîzyonê de îdia kir ku mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê tenê ji ber hinek zextên siyasî tê rojevê û wiha got: “Hinek kes dixwazin pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê veguhezin Bexdayê. Kurd serxwebûnê naxwazin, tenê maf û aramiyê dixwazin.”

29.01.2017, Paz - 09:41

 Malikî: Kurd serxwebûnê naxwazin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê berê yê Iraqê û Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî îdia kir ku kurd serxwebûnê naxwazin.

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî di kanaleke televîzyonê de îdia kir ku mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê tenê ji ber hinek zextên siyasî tê rojevê û wiha got: “Hinek kes dixwazin pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê veguhezin Bexdayê. Kurd serxwebûnê naxwazin, tenê maf û aramiyê dixwazin.”

Li ser mijara qutkirina meaşên fermnaberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê, Malikî got: “Di yasaya bûdçeyê de madeyek derbarê meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê de nîne, lê derbarê bûdçeya Herêma Kurdistanê de heye. Hewlêr pabendî rêkeftina petrolê nebû, lewma bûdçeya wê hat qutkirin. Ma çê dibe hem meaşên fermanberên li Herêma Kurdistanê ji petrola Besrayê bê dayîn û hem jî ew bixwe petrolê bixwe petrola xwe bifiroşin.”

Nûrî Malikî derbarê piştî nema DAIŞê li Mûsilê de jî anî ziman: “Divê sinorên Mûsilê vegera beriya DAIŞê. Niha hinek deverên Mûsilê ne di bin kontrola artêşa Iraqê de ne. Min hişyarî dabû ku dahatûya Mûsilê dibe ji heyama DAIŞê xirabtir bibe.”

Qesta Malikî, Herêma Kudistanê bû û got: “Li Mûsil û derdora wê petrol zêde heye. Tirkiyê çavê xwe berdaya axa Iraqê. Hinek aliyên di nava Iraqê de jî xizmeta wê yekê dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Malikî, Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama bi tundî tohmetbar kir û siyaseta derve ya Amerîkayê ya di heyama John Kerry de biserneketî nirxand û wiha pê de çû:“Weke tê gotin DAIŞ ji valahiyek dernekt. Amerîkayê çawa li hemeberî Yekîtiya Sovyetê, li Efaxanistanê Taliban derxist holê, bi heman şêweyî rêveberiya Obama li hemberî min DAIŞ derxist holê. Ev gotin yên Trump û çend rayedarên amerîkî ne ku di kongre de anîne ziman.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x