Serok Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im ev hilbijartin bibe destpêka qonaxeke nû

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir û hêviya xwe derbirî ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.

10.01.2022, Pts - 08:54

Serok Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im ev hilbijartin bibe destpêka qonaxeke nû
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê, 09/01/2022, li parlamentoya Iraqê dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 10/01/2022, bi boneya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir û pîrozbahî li Serokê Parlamentoyê û herdu cîgirên wî kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya xwe derbirî, “hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraqê ber bi qonaxeke nû ya aramî, seqamgiriya siyasî û karkirina bi hev re araste bike, ji bo xizmetkirina zêdetir û niha û pêşerojeke baştir bo welatiyan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x