Rojnameya Washington Postê ragihand ku çavkaniyên taybet gotiye: "Hêzên Amerîkî dê piştî têkbirina DAIŞ'ê jî li Sûriyeyê li wan deverên ku QSDê kontrol dike bimînin, ji ber ku derketina wê tê wateya ku Îran û Beşar Esad bi ser kevin."
Herwiha li gorî wê nûçeyê, "Hêzên Amerîkî dê li cihên xwe yên berî bimînin û Hêzên Sûriyeyê dê careke din bikaribe deverên di destê QSD'ya ku YPG pêşengiya wê dikin kontrol bike."
Nûçe diyar dike ku hejmara fermî ya leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê, 503 ye û ew li wir in daku QSDê perwerde bike û alîkariya wan bike û wiha dewam dike: Lê tê bawerkirin ku hejmara rasteqîn bi gelekî zêdetir e".
Ji aliyê din ve, tê gotin ku "mayîna hêzên amerîkî li Sûriyeyê nexasim li deverên di bin kontrola QSD'ê de û avakirina birêveberiyeke Xweser ne girêdayî Şamê li wan deveran dê derfetê çêke ku fişarê li Hikûmeta Sûriyeyê bike".