115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li ser qeyûman daxuyanî da

115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li dijî danîna qeyûm daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

18.06.2024, Sal - 16:39

115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li ser qeyûman daxuyanî da
Nuçe Belav bike

115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li dijî danîna qeyûm daxuyaniyeke hevbeş belav kir û wan xwest danîna qeyûman bi dawî bibe.

Di nav wan de kesên navdar ên wekî Orhan Pamuk, Oya Baydar û Ahmet Tellî jî hene.

Nivîskar, helbestvan û hunermendan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “qeyûm binpêkirina îradeya gel e.”

“Divê qeyûmê Colemêrgê demildest bi paş de bê vekişandin”

Daxuyaniya hevpar a nivîskar, helbestvan û hunermendan wiha ye:

“Danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê, binpêkirina mafê bijirîn û hilbijartinê yê gel e û bi awayekî giran binpêkirina destûrê ye.

Em daxuyaniyên li ser danîna qeyûman qebûl nakin ku hêviya jiyanê ya aştî û xweşbîniya welêt dişikînin û piraniya welatiyan jî vê polîtikayê nehiqûqî dibînin

Li gorî destûrê hemû welatî wekhev in û divê rêz li mafê wan ê bijirîn û hilbijartinê bê girtin.

Divê qeyûmê Colemêrgê demildest bi paş de bê vekişandin û polîtikaya danîna qeyûman bê bidawîkirin ku bi ti awayî cihê wê di hiqûq û demokrasiyê de nîne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê qeyûm dabîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê DEM Partiyê de bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x