Alî Yerlîkaya li ser şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da

Alî Yerlîkaya li ser lêpirsîna derbarê şaredariyên DEM Partiyê de got, “Heq, hiqûq, edalet çi hewce bike dê ew bibe.”

23.04.2024, Sal - 21:08

Alî Yerlîkaya li ser şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî rakirina alaya Tirkiyeyê ya ji Encûmena Şaredariyê û bêrêziya li wêneyên Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan” bi ser Şaredariya Sûrê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de mufetîş erkdar kirin.

Alî Yerlîkaya îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di resepsiyonekê de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Yerlîkaya bersiv da îdiayên ku dê qeyûm deynin ser şaredariyên DEM Partiyê û got:

“Pêwîst nake mijar ber bi aliyekî din ve bê kişandin. Lêpirsîna tê kirin li rastê ye.

Heq, hiqûq, edalet çi hewce bike dê ew bibe.”

Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x