Alîkarê Erdogan: Dibe têkiliyên bi Şamê re rasterast bêne kirin

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazicî beriya bernameya ku ji bo 21emîn salvegera AK Partiyê hat amadekirin, di NTVyê de pirsên têkildarî bi hikûmeta Sûriyeyê re bersivand.

16.08.2022, Sal - 05:48

Alîkarê Erdogan: Dibe têkiliyên bi Şamê re rasterast bêne kirin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazicî der barê hikûmeta Sûriyeyê de daxuyanî da û got, "Dibe peywendiyan bi Şamê re rasterast pêk bên û asta peywendiyan bilind bibe."

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazicî beriya bernameya ku ji bo 21emîn salvegera AK Partiyê hat amadekirin, di NTVyê de pirsên têkildarî bi hikûmeta Sûriyeyê re bersivand.

"Pêwendiyên bi Şamê re dikarin rasterast bêne kirin"

Hayatî Yazıci got, "Di çareseriya pirsgirêkan de dibe ku çend faktorên çareseriyê hebin. Di dîplomasiya navneteweyî de rêya herî girîng a çareseriya pirsgirêkan kanala diyalogê ye. Heta niha bi awayekî sînordar hatiye meşandin. Em dikarin asta peywendiyan bilindtir bikin. Dibe têkiliyên bi Şamê re rasterast bêne kirin û asta wan jî bilindtir bibe."

Çavuşoglu çi gotibû

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlit Çavuşoglu ragihandibû ku di dema borî de di navbera rêveberiya Esed û dezgehên îstixbaratê de hevdîtin hatine kirin.

Çavuşoglu got ku par li Belgradê bi hevtayê xwe yê Sûriyeyê Feysel Mikdat re hevdîtin pêk anîbû.

Derbarê mijarê de Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got, "Gavên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de binirx û rast in."

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir, têkiliyên fermî yên Tirkiye û wî welatî re qut bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x