Amerîka ji Tirkiyê dixwaze ji bo Rûsyayê nebe penageheke aram

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê ya têkildarî bazirganiya bi “rubleyê” ya navbera Tirkiye û Rûsyayê û karê 5 bankên Tirkiyê bi “karta Mîr ya Rûsyayê” da

10.08.2022, Çar - 08:16

Amerîka ji Tirkiyê dixwaze ji bo Rûsyayê nebe penageheke aram
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku “ji bo sermaye û karûbarên neyasayî yên Rûsyayê nebin penageheke ewle.” Wezaretê herwiha da zanîn ku ew bi Tirkiyê re dixebitin ku ewlehiya enerjiyê di demeke dirêj de zêde bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê ya têkildarî bazirganiya bi “rubleyê” ya navbera Tirkiye û Rûsyayê û karê 5 bankên Tirkiyê bi “karta Mîr ya Rûsyayê” da.

Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku "wan ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku ji bo sermaye û karûbarên neyasayî yên Rûsyayê nebe penageheke ewle."

Ev bangewaziya Amerîkayê piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Soçiyê hat.

Rûsya ji ber sizayan dixwaze berê xwe bide Tirkiye û Îranê

Serokê Banka Navendî ya Îranê Elî Salihabadî jî ragihand ku di dawiya meha tîrmehê de bi Rûsyayê re "bazirganiya bi Ruble û Riyal dest pê kiriye".

Piştî destwerdana wê ya leşkerî li Ukraynayê, Amerîka û hevalbendên wê sizayên aborî li ser Rûsyayê sepandin, û ew ji sîstema dravdana cîhanî ya bi navê SWIFT derxistin. Ji ber tevgera welatên rojavayî, welatiyên Rûsyayê nikarin Visa û MasterCard bikar bînin an jî karê bazirganiyê bikin.

Pejirandina karta Mîr ji aliyê Tirkiyê ve, rayedarên rojavayî nîgeran kiriye ku "Rûsya dikare wê ji bo şikandina dorpêçan bi kar bîne."

Ji dema sepandina sizayan li ser Rûsyayê, Amerîkayê gelek caran hişyarî da ku her welatek ku alîkariya rêveberiya Pûtîn bike dê rûbirûyê cezayan bibe.

Di Hezîranê de, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo serdana Stenbolê kir, bi karbidest û bankeran re hevdîtin kir û hişyarî da wan ku nebin beşek an jî alîkar ji dowîzê Rûsî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x