Amerîka daxwaza Tirkiyê bo YPG'ê red kir

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ku bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re hevdîtin pêk anî ragihand ku Pence jê re gotiye ku çekên didin YPGê dê bêtir bişopînin.

10.11.2017, Cum - 09:41

Amerîka daxwaza Tirkiyê bo YPG'ê red kir
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina medyaya Tirkiyê, Yildirim di vegera ji New York ê di nav balafirê de ji rojnamegeran re axiviye.

Yildirim diyar kiriye ku, "DAIŞ bidawî bûye û min ji wan re gotiye ku hevkariya xwe yê bi YPG'ê re êdî bidawî bikin. Pence ji min re got ku piştgiriya wan dê dewam bike, lê çekên didin YPG'ê dê bêtir bişopînin û di demeke nêz de dixwazim werim Tirkiyeyê."

Herwiha Amerîka di çerçoveya şerê li dijî DAIŞ'ê gelek çek û cebilxane dabû Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk te.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x