Artêşa Tirk li Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir

Artêşa Tirki piştî ku îro danê sibehê li 18 gundên navçeya Licê ya girêdayî Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin, li navçeyê dest bi operasyoneke berfireh kir.

05.03.2017, Paz - 17:01

Artêşa Tirk li Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirk piştî ku îro danê sibehê li 18 gundên navçeya Licê ya girêdayî Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin, li navçeyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke berfireh kir. Hat diyarkirin ku di wan operasyonan de 4 tabûr leşker û 17 helîkopter cih digirin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku li navçeya Licê ya Amedê li dijî endam, wargeh û baregehên PKKê dest bi operasyoneke berfireh hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro danê sibehê li 18 gundên girêdayî navçeya Licê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x