Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan doh di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de amaje da, hewalgiriya Tirkiyeyê çavdêriya xwehilweşandin û çekdanana PKKê dike. Wî herwesa geşbîniya xwe jî li beranberî gavên wê rêkxistinê yên xwehilweşandinê diyar kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got, "Cîhan şahida guhertinên mezin e, Tirkiye jî di dilê hevkêşeya nû de ye û me dê çi lêborînek li beranberî rêxistinên terorîstî nebe.”
Erdogan amaje jî da, "Me çi caran ne li Îraq, ne li Sûriye û ne jî di sînorên xwe de rêxistinên terorîstî paşguh nekirine û em dê ji niha û pê de jî wan paşguh nekin."
Navbirî tekez jî kir, “Piştî ku mijara terorê bi temamî nemîne, Tirkiye dê bibe Tirkiyeyeke pir cuda.” Herwesa got, "Erdnîgarî û dîrokê Tirk, Kurd û Ereb bi awayekî wesa bi hev re girê dane ku ji hev nayên veqetandin û belav nabin."
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12ê Gulana 2025ê) encamên kongreya xwe ya 12ê eşkere kirin û ragehand ku li ser banga Ocalan, PKKê biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî bidawî bike.