Artêşa Tirk li sinorê Efrînê hêza xwe zêde dike

Tirkiyê fişarên xwe li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêde dike û hêzeke zêdetir li derdora wê herêmê bicî dike.

20.11.2017, Pts - 10:47

Artêşa Tirk li sinorê Efrînê hêza xwe zêde dike
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê Partiya el-Wehdê Şêxo Billo ji bajarê Efrînê ji Rûdawê re axifî û da zanîn ku şeva borî saet 5 bi dema Efrînê, dengê teqînekê hat bihîstin, lê heta niha çavkaniya wê teqînê nediyar e.

Şêxo Billo herwiha da zanîn ku milîsên ser bi Îranê û hikûmeta Sûriyê ve, li her du bajarokên Nubul û Zehra, ji hefteyekê ve dest datînin ser nasname û belgeyên Kurdên Efrînê û astengiyan ji wan re derdixin.

Li gora serkirdeyê Partiya el-Wehdê, Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê fişara tînin ser Efrînê ji bo ku wê neçar bikin vegere himbêza hikûmeta Sûriyê.

Billo herwiha got ku hikûmeta Sûriyê naxwaze hilbijartinên Efrînê bêne kirin ji bo ku rêveberiyeke sivîl a rewa li Efrînê neyê damezirandin û bi gotina wî, desthilata wê deverê weke desthilateke PYD neyê naskirin û rê li pêşiya rewatiya desthilata xelkê deverê bigirin.

Her wiha li gorî ragihandinan Ji roja yekşemê ve û heta şeva borî balafirên leşkerî yên Tirkiyê bi şêweyekî berdewam di ser herêma Efrînê re difiriyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:32:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x