Ayhan Bîlgen û Hasîp Kaplan nîqaş kir: Mijar Doza Kobaniyê ye

Li ser tora civakî di navbera Serokê Giştî yê Partiya SESê û Parlamenterê berê yê HDPyê de nîqaş derket.

11.11.2023, Cts - 06:53

Ayhan Bîlgen û Hasîp Kaplan nîqaş kir: Mijar Doza Kobaniyê ye
Nuçe Belav bike

Li ser tora civakî di navbera Serokê Partiya Dengê Tirkiyeyê (Partiya SESê) û Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen û Parlementerê berê yê HDPyê yê Şirnexê Hasîp Kaplan de nîqaş derket.

Ayhan Bîlgen di dema daxuyaniya çapemeniyê de, bersiva pirsên rojnamegeran da.

Ayhan Bîlgen pirsa “Tu dê careke din bibî berbijêrê Şaredariya Qersê” bersivand û got:

“Em dixwazin ne bi nêzîkatiya partiyan, ji bo xizmeta civakê tîmeke şaredariyê ava bikin. Di rapirsiyan de jî derdikeve holê, em li pêş in lê em dixwazin hevpar xizmetê bikin.”

Li ser bersiva Bîlgen, Hasîp Kaplan li ser hesabê xwe yê Xyê got:

“Dema ku qeyûm hat tayînkirin, li ser peyarêyê du rikat nimêj kiribûn. Heger vê carê bi ser bikeve dê nimêja cenazeyê bike.

Lê Ayhan Bîlgen tu carî biaqil nabe. Siyaset bi berxwedanê tê kirin, ne bi şelafiyê.”

Kaplan got, “Pir baş e, hevalên te di doza Kobanî de girtî ne, tu çima azad î?

Ayhan Bîlgen wiha bersiva Kaplan da:

“Ji ber wê dozê ez du caran hatim girtin û 17 mehan di girtîgehê de mam. Di dozê de 108 bersûc hene û 18 kes girtî ne.

Sedema girtina wan kesan, yên wekî te ku ji bo neyên girtin reviyane Ewropayê ne.

Li gorî min tu bi kûçikê xwe re kêfê bike. Zarokên Kurd ên belengaz jî berdêlê bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x