Bahçelî: Ez eniya Qeymeqamê Pasûrê maç dikim

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî piştgirî da qeymeqamê navçeya Pasûrê ya Amedê ku ji ber xutbeya înê li melayê mizgeftê dabû.

23.01.2024, Sal - 13:38

Bahçelî: Ez eniya Qeymeqamê Pasûrê maç dikim
Nuçe Belav bike

Hefteya borî Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller bi hinceta ku xutbeya înê ya fermî kêm xwendiye û beşa “şehîdan” jê derxistiye li mizgeftê li Mela M.K. dabû û ew birîndar kiribû.

Piştî bûyerê karvedan zêde bûn û gelek nerazîbûn li dijî qeymeqam hatin nîşandan.

Devlet Bahçelî îro di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de axivî û derbarê bûyerê got:

“Bûyera li Pasûra Amedê hatiye berevajîkirin. Mela dema xutbe xwend, beşa ku rehmet ji şehîdan re dixwest jê derxistiye.

Qeymeqamê Pasûrê ku pêştir xutbe xwendibû mela hişyar kiriye.

Qeymeqamê Pasûrê kesekî paqij e û ez eniya wî radimûsim û spasiya xwe pêşkêşî dê û bavê wî dikim."

Serokê MHPyê herwiha bersiv da gotinên Serokê CHPê Ozgur Ozel ku gotibû “Dêrsim”.

Bahçelî û got, “Li Tirkiyeyê bajarekî bi navê Dêrsimê nîne. Tuncelî heye ku kesên dilên wan tunc in lê dijîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:23:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x