Bahçelî, Ocalan vexwend Parlamentoyê: Erdogan çi got?

Recep Tayyîp Erdogan li ser gotinên Bahcelî yên derbarê Ocalan got, "Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."

22.10.2024, Sal - 18:00

Bahçelî, Ocalan vexwend Parlamentoyê: Erdogan çi got?
Nuçe Belav bike

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da van gotinên Bahçelî  û got, "Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."

Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî:

"Alozî û siyaseta kolanan ne tenê bi kesên ku serî li vê yekê didin, dê bi milet û hemû welat bide windakirin.

Mafê tu kesî nîne ku barê welatê me hîn girantir bike. Ev gel ti carî kesên ku bikeve hesabên şexsî efû nake.

Girîng e desthilat û muxalefet, em hemû prîm nedin şerê kelekvanan. Helbet tiştê ku em rast nabînin emê rexne bikin.

Em ê bersivê bidin êrîşên li dijî partî û hikûmeta xwe lê dema ku van bikin, em dê hevsengiyê biparêzin û aramiya xwe biparêzin.

Em teqez li hemberî neheqiyê bêdeng namînin.

Em ji kesên ku pirsgirêka wan bi sirûda me ya netewî re heye û demokrasiya me xera dikin re nabêjin 'ser seran'.

Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di paşeroja Tirkiyeyê de cihê terorê nîne.

Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî.

Em dixwazin bi hev re Tirkiyeyeke bê teror ava bikin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:37:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x