Bakirhan: Eger hikumet ji dil be, em bo pêvajoyeke nû amade ne

Hevserokê Dem Partî derbarê şer û pevçûnên dawîn de, bang kir ku eger hikumet ji dil be, ew bo pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê amade ne.

25.12.2023, Pts - 06:30

Bakirhan: Eger hikumet ji dil be, em bo pêvajoyeke nû amade ne
Nuçe Belav bike

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan li Diyarbekir beşdarî Kongreya Ciwanan a Dem Partiyê bû û derbarê nirxandina rojevê de peyamên xwe parve kirin.

Bakirhan derbarê şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiyeyê û PKKê de got, ev 40 sal in bi reya şerî pirsgireka kurd nehatiye çareserkirin. Kesên jîyana xwe ji dest didin, ciwanen kurd, ereb û tirkin.

Got jî, ew kesên li aliyekî li ser mirina ciwanan digirîn û li aliyekî li ser cenazeyên wan siyasetê dikin, ne ji dil in. Bakirhan bang kir ku eger hikumet ji dil be, ew amade ne ku pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê bidin destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x