Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê: Em giringiyê didin peywendiyên xwe û seqamgiriya Herêma Kurdistanê

Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê ragehand ku serokkomarê welatê wî xwast giringîdana bi Herêma Kurdistanê di serdana wî ya vê dawiyê ji bo Îraqê de reng vede. Amaje jî da, “Tirkiye giringiyê dide peywendiyan û berdewamiya seqamgiriya Herêma Kurdistanê.”

26.07.2024, Cum - 10:17

Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê: Em giringiyê didin peywendiyên xwe û seqamgiriya Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora Inan ji ajansa Anadoluyê re ragehand, kanalên diyalogê di hemî waran de bi Îraqê re bihêz kirine û welatê wî piştevaniya bizavên bihêzkirina pêşxistin û seqamgiriya Îraqê dike.

Anil Bora Inan di derheqa peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê de jî got, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya ji bo Îraqê de serdana Hewlêrê jî kir.” Herwesa got, “Di wî sinorî de yê ku welatê me bi Îraqê re heye, em bi Herêma Kurdistanê re cîran in. Me yek deriyê sinorî heye û ew jî di nav sinorê îdarî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Em giringiyê didin van peywendiyan û berdewamiya seqamgiriya îdareya Herêma Kurdistanê.”

Navbirî herwesa ragehand, “Seqamgiriya Herêma Kurdistanê rasterast bandor li ser seqamgiriya deverên me yên sinorî heye. Serokkomarê Tirkiyeyê piştî serdana xwe ya Bexdayê guncayî dît ku serdana Hewlêrê jî bike û hevdîtin û civînan bi berpirsên wê re jî bike. Me li wê deverê weberhênaneke rijd ya bazirganî heye, me peywendiyên dîrokî hene û xelkê me jî bi xelkê Herêma Kurdistanê re peywendiyên mirovaniyê hene.”

Balyozê Tirkiyeyê di pareke din a gotinên xwe de ron jî kir, “Serokkomarê Tirkiyeyê di çarçoveya serdana xwe ya Îraqê de xwast ku ev giringiya em bi Herêma Kurdistanê didin reng vede, li wê derê jî her wekî Bexdayê pêşwaziyeke mezin li me hat kirin. Em spasiya wan dikin.”

Anil Bora Inan di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî got, “Pêşbînî tê kirin ku di mehên bên de piroseyeke hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bê kirin, ez dixwazim behsa wê yekê bikim ku giring e îdareyeke seqamgir li Herêma Kurdistanê bê parastin. Min pilan heye ku li mehên bên serdana Hewlêrê bikim. Ez dixwazim serdana Mûsil û Kerkûkê jî bikim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x