Bi hinceta ‘endamtî û propagandaya PKKyê’ 179 kes hatin desteserkirin

Li 22 bajaran bi hinceta endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê 179 kes hatin desteserkirin.

15.02.2024, Per - 07:32

Bi hinceta ‘endamtî û propagandaya PKKyê’ 179 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 22 bajaran li dijî PKKyê bi navê “Bozdogan” operasyonên hevbeş hatine encamdan.

Bajarên ku lê operasyon hatine ev in: Edene, Antalya, Aydin, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Bursa, Kirşehîr, Duzce, Osmaniye, Manîsa, Uşak, Qers, Erdexan, Êlih, Bedlîs, Amed, Erzirom, Dîlok, Mûş, Şirnex, û Wan.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonan de bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 179 kes hatin desteserkirin.

Yerlî Kaya îdia kir ku wan li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye, di kanalên têkildarî rêxistinê de peyamnêrî kirine û ji rêxistinê re pere dabîn kiriye.

Herwiha Yerlîkaya got ku di operasyonan de gelek demançeyên bêrûxset, weşan û materyalên dijîtal ên qedexe hatin bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x