Çaremîn civîna şandên Swêd, Finland, Tirkiye û NATOyê tê sazkirin

Çaremîn civîna pêvajoya endambûna NATOyê dê 14ê Hezîranê li Koşka Serokkomariya Tirkiyê Beştepe were kirin. Şandên Tirkiye, Finland, Swêd û NATOyê beşdarî civînê dibin.

13.06.2023, Sal - 08:35

Çaremîn civîna şandên Swêd, Finland, Tirkiye û NATOyê tê sazkirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê, çaremîn civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ku li gor rêkeftina sê alî hatiye avakirin, bi beşdariya şandên Tirkiye, Fînland, Swêd û NATOyê tê sazkirin.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Akîf Çagatay Kiliç dê mazuvaniya civînê bike, civîn roja çarşemê 14ê Hezîrana 2023an demjimêr 09:00 li Beştepe destpê dike.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Kabîneya NATOyê Stian Jenssen wek serokê şanda NATOyê, Sekreterê Dewletê yê Wezareta Derve ya Swêdê Balyoz Jan Knutsson wek serokê şanda Swedê û Sekretera Daîmî ya Dewletê ya Wezareta Derve ya Fînlandê Jukka Salovaara beşdarî civînê dibin.

Rojeva sereke ya civînê endambûna Swedê ya NATOyê ye ku ji aliyê Tirkiye ve heta niha nehatiye pesendkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x