Çavuşoglu derbarê lihevkirina li Sûriyê daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê lihevkirina li Sûriyê daxuyanî da

16.08.2022, Sal - 10:49

Çavuşoglu derbarê lihevkirina li Sûriyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din li ser opozisyona Sûriyê daxuyanî da û got, Tirkiye piştgiriya opozisyona Sûriyê dike û destnîşan kir, “ji bo îstiqrara daîmî û aştiya li Sûriyê lihevkirin pêwîst e.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Letonyayê Edgars Rinkevics re civiya.

Piştî hevdîtinê, herdu aliyan konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kirin û Mevlut Çavuşoglu di wê preskonferansê de li ser opozisyona Sûriyê daxuyanî da.

Çavuşoglu tekezî li ser piştgiriya Tirkiyê bo opozisyona Sûriyê kir û diyar kir, ku opozisyon jî ji Tirkiyê bawer dike.

Çavuşoglu got, "(Li Sûriyê) opozisyon ji Tirkiyê bawer e, me tu carî dest jê bernedaye, lê me got ku ji bo îstiqrara daîmî û aştiya Sûriyeyê lihevkirin pêwîst e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x