Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku mercê pêşî yê ji bo ku pêvajoya çareseriyê careke din dest pê bike, ew e ku PKK dest ji çekan berde.
Çavuşoglu bi ajansa nûçeyan a Almanyayê dpayê re axivî û got, destpêkirina pêvajoyeke îhtimal a aştiyê bi PKKê re, tenê eger rêxistin dest ji çekan berde pêkan e. Wezîrê tirk got, "me rîskên mezin stendin ji bo em dest bi pêvajoya çareseriyê bikin", wê demê hilbijêrên me jî rexne li me digirtin".