Çavuşoglu li ser hevdîtina Erdogan û Esed daxuyanî da

Çavuşoglu diyar kiriye, lûtkeya rêxistina Shnaghayê di 15-16ê Îêonê de li bajarê Semeqend a Ozbekistanê tê lidarxistin, lê Serokê Sûriyê “Beşar Esed bo civînê nehatiye vexwandin.”

23.08.2022, Sal - 10:35

Çavuşoglu li ser hevdîtina Erdogan û Esed daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu red kir, ku di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed ti hevdîtinek bê kirin.

Mevlut Çavuşoglu derbarê gotegotên egera hevdîtina navebra Erdogan û Beşar Esed di civîna rêxistina Shnaghayê de ji medyaya navxweyî ya welatê xwe re ragihand, “di lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghayê de ya di meha Îlonê de dê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de hevdîtin pêk neyê.”

Çavuşoglu diyar kiriye, lûtkeya rêxistina Shnaghayê di 15-16ê Îêonê de li bajarê Semeqend a Ozbekistanê tê lidarxistin, lê Serokê Sûriyê “Beşar Esed bo civînê nehatiye vexwandin.”

Medyaya Îranê îdia kiriye ku Serokkomarê Rûsyayê Valdimir Putin, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwendine civîna rêxistina Shanghayê ku biryar e 15-16ê Îlona îsal li Ozbekistanê bê lidarxistin û ragihandiye, bi egereke zêde Erdogan û Esed dê di kevana civîna rêxistina Shnaghayê de hevdîtinekê bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi rewşa Sûriyê jî kiriye û careke din behsa çareseriya siyasî li wî welatî kiriye û gotiye, “divê ji bo aştiyeke mayînde li Sûriyê gav bên avêtin û got, nabe rejîma Esed opozîsyonê weke terorîst bibîne.”

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, “Ji destpêkê ve Tirkiyî gotiye pêvajoya herî girîng pêvajoya siyasî ye.”

Çavuşoglu herwiha da xuyakirin, Tirkiye li Sûriyê polîtîkaya "encammîhwer" dimeşîne û diyar kir, Tirkiye giringiyê dide yekîtiya axa Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha ragihand, axa Sûriyê divê ji rêxistinên terorê bê paqijkirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x