Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Duşemê li Enqerê ligel Wezîra Derve ya Lîbyayê Necla el-Menguş civiya. Wezîrên herdû welatan piştî civînê, civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.
Çavuşoglu bersiva îdiayên destpêkirina pêleke koçberan ji Sûriyê bo Tirkiyê da û got: “Zanyariyên destpêkirina pêleke koçberan a ji Sûriyê bo Tirkiyê ne rast in."
Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku sînorên wan ên ligel Sûriyê bo alîkariyên mirovî vekirî ne û got: “ Neteweyên Yekbûyî bi salan e ji deriyê sînorî yê Cilvegozu - Bab el-Hewa alîkariyên xwe derbas dikin. Rojane hejmara barhilgiran zêde dibe. Niha li Kilîsê 2 deriyên sînorî yên di bin kontrola me de hene. Me gotiye ew dikarin alîkariyan ji van deriyan jî bişînin.” Çavuşoglu got: “Ne pêkan e ku em li wan navçeyên di bin kontrola PKK û YPGê de deriyên sînorî vekin..”
Mevlut Çavuşoglu ragihand ku 99 welat û 16 saziyên navdewletî pêşniyara alîkariyê dane wan û got: “Ji 77 welatan 9 hezar û 401 kes li qadê alîkariya qurbaniyan dikin. 747 personelên din jî di rê de ne. Niha 23 hezar û 878 çadir gihiştine welatên me û 43 hezar û 482 çadir jî di proseya vuguhastinê de ne. Di nava rojê de dê 9 hezar çadirên din jî bigihin welatê me. Welatên cîhanê û saziyên navdewletî soza 96 hezar û 561 çadiran dane me.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê wiha got: “Alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî bi salan e bi rêya deriyê Cilvegozu-Bab el-Hewa derbas dibin. Li aliyê din ê vî deriyê sînorî di rê û piran de zerer çêbûbû. Niha ew tên çareserkirin û rojane hejmara barhilgirên alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî zêde dibin. Bi çêkirina rêyan, hejmar zêdetir dibe. Li Kilîsê niha dû deriyên di bin kontrola me de hene û me ji Neteweyên Yekbûyî re gotiye ew dikarin ji wan jî alîkariyên mirovî bişînin. Ne mimkun e ku em li wan navçeyên di bin kontrola PKK û YPGê de deriyên sînorî vekin. Herwiha zanyariyên destpêkirina pêleke koçberan a ji Sûriyê bo Tirkiyê jî ne rast in.”