Li Stenbolê ji aliyê DEM Partî û çend saziyên hunerî yên Kurdan ve ji bo rojbûna Celadet Alî Bedirxan bernameyeke mezin hat lidarxistin.
Cara ewil bi beşdariya qerebelixeke gelekî zêde li holeke sereke zimanzan û nivîskar û çêkerê Alfabeya Kurdî ya Latînî Mîr Celadet Alî Bedirxan hat bibîranîn.
Şano, gotar, helbest û stranên dengbêjan ji bo Celadet Alî Bedirxan li bajarê ku ew lê hatiye dinyayê li ser dikê bûn.
Di gotaran de girîngiya Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo asta ku Kurd îro lê ne hat vegotin.
Gelek kes ji bo rêzgirtina Celadet Alî Bedirxan li hola mezin a Şaredariya Stenbolê kom bûn û kursiyek jî vala nema.
Dîplomat, nivîskar, helbestvan, şoreşger, cotkar, bav, zimanzan, romannivîs û pêşengê pêşengan Celadet Alî Bedirxan di salvegera rojbûna xwe de bi bernameyeke têra xwe nimûne hat bibîranîn.
Hunermend Diljen Ronî ji Rûdawê re got:
“Ez gelekî bi kelecan im ku şeveke wiha hatiye lidarxistin.
Gelek girîng e jî ku ew bername ji hêla partiyeke siyasî ve hatiye amadekirin.”
“Bila Mîr Celadet Alî Bedirxan qet xemê nexwe”
Zimanzan Zana Farqînî jî got:
“Kevirê ku wî daniye lê hatiye zêdekirin û bila qet xemê nexwe.
Lê ji tişta ku em dixwazin û me dixwest em bigihêjinê re hîn pir maye.
Lazim e ew tişt biçine serî û bila dilê wî rehet be. Nêviyên wî û dûajoyên wî li dûv wî ne û di vê rêyê de dimeşin.”
Bernameya rêzgirtina Celadet bi bilûra Qenatê Mîro dest pê kir ku ew ji Rûsyayê hatibû.
Piştre jî Şanoger Omer Şahîn bi lîstika xwe ya ku jiyana Mîr Celadet vedibêje li ser dikê bû.
Dûv re jî nivîskar û helbestvan Selîm Temo bi gotara xwe ya bi navê “Çend Celadet Hene” pêşkêş kir.
Piştî Selîm Temo vê carê nivîskar Firat Cewerî gotara xwe pêşkêş kir û behsa rojên xwe yên li mala Mîr û çapkirina ji nû ve ya Kovara Hawarê kir.
“Doh gihand îro”
Nivîskar Firat Cewerî got:
“Ez bixwe 40 sal in li benda şeveke wiha bûm. Celadet di gelek waran de xebitiye.
Bê guman xebata wî ya herî berbiçav kovara Hawarê ye. Ji ber ku di kovara Hawarê de hem ji alfabeya Erebî derbasî elfebeya Latînî bû hem bingehê edebiyata Kurdî ya nûjen avêt û hem jî edebiyata doh, edebiyata klasîk ku bi Erebî hatibû nivîsandin ew gîhand îro.
Doh gihand îro û em pê hesandin.”
Keça Celadet Celadet Alî Bedirxan ango Sînemxan û nêviyê wî Azad jî bi vîdeokonferansekê beşdarî bernameyê bûn.
Helbestvan Berken Bereh bi heman rengî helbesta Celadet Alî Bedirxan a bi navê “Bilûra Min” xwend.
Li hêla din Roza Metîna û Bawer Rûken jî li ser dikê helbest xwendin.
“Ew tîrê rêya me bûn”
Dîrokzan Faîk Bulut jî got:
“Ew tîrê rêya me bûn.
Ne tenê Celadet, Kamûran Bedirxan be, Abdulrezak Bedirxan be yanî malbata Bedirxaniyan pê de pê de welatparêz bûn û ji bo dewleta Kurdan pê de pê de xebitîn.”
Bernameya ku rêveberiya DEM Partiyê ya Stenbolê, hejmarek parlamenter, rêjeyeke zêde ya hunermend, nivîskar, rojnameger û entelektuelên Kurd û Dayîkên Aştiyê lê amade bûn, heta derengiya şevê bi eleqeyeke gelekî zêde berdewam kir.
Herwiha di dawiya bernameyê de jî dengbêjên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê derketin ser dikê û kilamên xwe gotin.
Bernameya bibîranîna zimanzan û nivîskar û çêkerê Alfabeya Kurdî ya Latînî Mîr Celadet Alî Bedirxan bi govend û eleqeyeke germ bi dawî hat.