Îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an, ji bo gotûbêjkirina helwesta Tirkiyê ya li ser pêwendîkirina Swêdê bi hevpeymaniya NATOyê, civîneke sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de li Enqerê bi beşdariya NATOyê birêve çû.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Şêwirmendê Bilind ê Serokomarê Tirkiyê Akif Çagatay Kiliç di civînê de nûnertiya Tirkiyê kiriye, herwiha Rêveberê Ofîsa Taybet a Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniyê Stian Jenssen nûnertiya NATOyê kiriye, Sekreterê Wezîrê Derve Jan Knutsson nûnertiya Swêdê kiriye ligel hevtayê xwe yê Fînlandî Jukka Salovaara.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji Enqerê daxwaz dike ku piştgiriya daxwazên Swêdê bike û dibêje: “Peyama min ew e ku endatiya Swêdê di NATOyê de sûdmend e, her wek çawa ji bo welatên Îskandînavya û navçeya Baltîk, herwiha ji bo NATO û Tirkiye û hevpeymanên wan ên din jî sûdbexş e.”
Jens Stoltenberg destnîşan kiriye ku Swêdê yasaya rûbirûbûna terorê der kiriye, ku pêştir di yekê meha Hezîranê de ketiye warê cîbicîkirinê.