Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê li ser daxwaza HDPê dicive

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) roja Çarşemê 22ê Adara 2023an li ser daxwaza paşxistina parastina devkî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bo piştî hilbijartinan dicive û biryara xwe ya li ser vê daxwazê yekalî dike.

22.03.2023, Çar - 05:42

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê li ser daxwaza HDPê dicive
Nuçe Belav bike

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, roja 14ê Adara 2023an di çarçoveya doza girtinê de roja 14ê Adara 2023an bo parastina devkî ya HDPê destnîşan kiribû, lê HPDê ji ber erdhejên 6ê Sibatê ji dadgehê daxwaz kiribû ku parastina wan a devkî 3 mehan wate bo piştî hilbijartinan paş bixe.

Dadgeha navborî ev daxwaza HDPê red kiribû û parastina devkî ya HDPê bo mehekê paşxistibû. Li gor vê biryar e HDP parastina xwe ya devkî ya doza girtinê di 11ê Nîsana 2023an de bike. HDPê dûbare daxwaz paşxistina parastinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê kiribû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûna Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê roja Çareşemê 22ê Adara 2023an li ser vê daxwaza HDPê bicive û biryara xwe eşkere bike.

Bi hinceta “peywendiyên ligel PKK” derbarê HDPê de doza girtinê hatiye tomarkirin û dosyeya girtina wê li dadgehên Tirkiyê yekalînebûye û metirisiya girtinê li ser wê ye.

Eger vê carê jî daxwaza HDPê bê red kirin, berdevkên HDPê dê di 11ê Nîsanê de parastinê bikin. Piştî ku berdevkên HDPê parastina xwe kirin, dê li gor dozên girtinê yên partiyên berî niha, raporekê amade bike û amadekirina wê raporê jî bo 2 mehan vedikêşe.

Ev jî tê wê wateyê ku biryara doza girtina HDPê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yekalî dibe. Di demekê de ku ji dû mehan kêmtir bo hilbijartinên 14ê Gulanê maye, lê HDPê di egera girtina partiyê de biryar daye ku bi Partiya Çep a Keskan beşdarî wan hilbijartinan bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x