Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê di kongreya partiya xwe de axivî.
Davutoglu bal kişande ser qeyûmên ku hatine şûna serokên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û got: “Mixabin, li aliyekî terora PKKê, li aliyê din kesên bi vê terorê dijîn, ji bo we, ji bo Tirkiyê û gelê me, aramî, dad û jiyaneke bi rûmet, pir dîtin. Ewên li hember sindoqê çiya datînin ber we, hûn dengê xwe bidin kê jî, bi danîna komîserekî KCKê daxwazên xwe anîn cih. Desthilata niha û hevparên wê jî, dema dîtin nikarin dengê we werbigrin, ji we re qeyûm şandin û dest danîn ser îradeya we.”
Ahmet Davutoglu got: “Partiya Pêşerojê ji bo bidawîkirina pergala KCKê û pergala qeyûman derketiye rê. Înşallah dema em weke Partiya Pêşerojê, li Wanê rêveberiya şaredariyê qezenc bikin, em ê dawî li vê duberekiyê bînin.”
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê eşkere kir: “Em weke Partiya Pêşerojê di wê baweriyê de ne ku divê tenê bi biryara dadgehê serokê şaredariyê ji karê xwe were dûrxistin.” Herwiha got: “Li şûna serokê şaredariyê ku ji kar tê dûrxistin, Wezareta Navxwe qeyûm datîne û ev li dijî îradeya gel e. Di vê çarçoveyê de, li şûna serokê şaredariyê ku bi biryara dadgehê ji kar hatiye dûrxistin, divê endamekî encûmena şaredariyê were diyarkirin, ku ew jî bi rêya hilbijartinan hatiye.”
"Li Tirkiyê pirsa Kurd ji ber kêmbûna mafên demokratîk e"
Ahmet Davutoglu li ser pirsa Kurd jî diyar kir: “Pirsa Kurd bi eslê xwe ji ber kêmbûna mafên demokratîk ên li welatê me derketiye û ev kêmbûn bi awayekî neyênî tê bikaranîn. Çareserî ew e ku rê li ciyawazkirina nasnameyan were girtin.”