DEM Partî li kîjan bajaran li pêş e?

Li gorî encamên destpêkê DEM Partî li 3 bajarên mezin û 7 bajaran li pêş e.

31.03.2024, Paz - 21:03

DEM Partî li kîjan bajaran li pêş e?
Nuçe Belav bike

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ragihand ku qedexeya ragihandina encamên hilbijartinan bi dawî bû.

Li gorî encamên destpêkê yên AAyê DEM Partî li Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Mûş, Sêrt, Bedlîs, Agirî û Dêrsimê di hilbijartinên şaredariyan de li pêş e.

Li gorî amarên AAyê:

Rêjeya sindoqên ku li Amedê hatine vekirin ji sedî 12,56: DEM Partî ji sedî 62,47, AK Partî ji sedî 17,4

Rêjeya sindoqên ku li Mêrdînê hatine vekirin ji sedî 17,63: DEM Partî ji sedî 54,33, AK Partî ji sedî 30,09

Rêjeya sindoqên ku li Colemêrgê hatine vekirin ji sedî 29,75: DEM Partî ji sedî 42,11, AK Partî ji sedî 40

Rêjeya sindoqên ku li Wanê hatine vekirin ji sedî 13,14: DEM Partî ji sedî 55,16, li AK Partî ji sedî 27,62

Rêjeya sindoqên ku li Agiriyê hatine vekirin ji sedî 40,6: DEM Partî ji sedî 48,83, AK Partî ji sedî 35,65

Rêjeya sindoqên ku li Bedlîsê hatine vekirin ji sedî 35,96: DEM Partî ji sedî 37,42, AK Partî ji sedî 36,35

Rêjeya sindoqên ku li Sêrtê hatine vekirin ji sedî 45,09: DEM Partî ji sedî 49,36, AK Partî ji sedî 38,64

Rêjeya sindoqên ku li Êlihê hatin vekirin ji sedî 7,26: DEM Partî ji sedî 63,12, HUDA PAR ji sedî 15,68, AK Partî ji sedî 14,61

Rêjeya sindoqên ku li Mûşê hatine vekirin ji sedî 30: DEM Partî ji sedî 37, 38 û AK Partî ji sedî 23,21

Rêjeya sindoqên ku li Dêrsimê hatine vekirin ji sedî 22,50: DEM Partî ji sedî 41,94, CHP ji sedî 34,38, AK Partî ji sedî 15,28 e.

Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x