DEM Partî û CHPyê îdiaya protokolê red kir

Berpirsên DEM Partî û CHPyê protokola lihevkirinê ya li ser medyaya civakî hat parvekirin red kir.

26.03.2024, Sal - 13:55

DEM Partî û CHPyê îdiaya protokolê red kir
Nuçe Belav bike

Di demekê de ku ji hilbijartinên 31ê Adarê re tenê 4 roj mane protokoleke lihevkirinê ku ji 22 xalan pêk tê û qaşo berpirsên DEM Partî û CHPyê îmze kiriye li ser medyaya civakî hat belavkirin.

Di bin protokolê de îmzeyên berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Murat Kalmaz û Gonca Yangoz û berbijêrê CHPyê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk heye.

Protokol bi navê “Delîla hevkariya DEM Partî-CHPyê” hat belavkirin.

Berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku belgeya hatiye belavkirin sexte ye û di navbera wan û CHPyê de lihevkirinek nîne.

Beştaşê got, “Ev kaxez bi temamî derew e. Nizanibûne îmzeyan jî kopî bikin.

Divê demildest kesên ev sextekarî kirine bên eşkerekirin.

Serokê Rêxistina CHPyê ya Stenbolê Ozgur Çelik jî got, “Dîsa dest bi sextekariyan kirine.

Dixwazin bi rêya kaxezeke ku bi kêm aqiliya xwe amade kirine bandorê li îradeya Stenbolê bikin.”

Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:44:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x