DEM Partiyê li ser namzediya Demîrtaşê daxuyanî da

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser namzediya Başak Demîrtaşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê axivî.

31.01.2024, Çar - 12:48

DEM Partiyê li ser namzediya Demîrtaşê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Serokwekîla Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, li ser mijarên di rojevê de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, “Daxuyaniya Başak Demîrtaşê ji bo me wekî serlêdanê ye û ew yek ji namzedên me yên herî bihêz e.”

Namzediya Başak Demîrtaşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di rojên dawiyê de gelekî li rojevê ye.

“Me ev serlêdan qebûl kir”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî di axaftina xwe de behsa vê mijarê kir û got:

“Wekî go di raya giştî de têgihiştineke şaş heye. Daxuyaniya ku Başak Xanimê daye ji bo me wekî serlêdana fermî ye û me jî ev serlêdan qebûl kir.”

Koçyîgîtê herwiha diyar kir ku xebatên ji bo diyarkirina namzedan berdewam dikin û ew dê 3yê Sibatê li ser namzedên bajarên mezin guftûgoyan bikin.

“Namzediya wê dê me kêfxweş bike”

Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser namzediya Başak Demîrtaşê jî wiha axivî:

“Başak Xanim yek ji namzedên me yên herî bihêz e. Ew heval û rêvehaleke me ye ku di mîtîngên me de axiviye û me kampanyaya hilbijartinên gulanê bi hev re meşandiye.

Li ber namzedbûna wê ti asteng nînin. Namzediya wê dê me kêfxweş bike.”

Li aliyê din, Başak Demîrtaşê anîbû ziman ku DEM Partiyê namzediya Stenbolê teklîfî wê nekiriye lê heke xelk bixwaze û partî jî guncav bibîne ew dikare bibe namzed.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x