Selahattin Demirtaşê ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye di çarçoveya hevpeyvînekê de derbarê rojev û siyasetê de bersiva 29 pirsên 29 rojnamevanan da.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş derbarê gotegotên ku di navbera wî û HDPê de nakokî hene, got: “Ez rêzê li rexneyan digrim, hemûyan hêja dibînim. Ji bo rêzê li Navenda Giştî bigrim, hewl didim ziman û rêbazeke baldar bikar bînim. Bi awayekî xwezayî, ji hemû kesan jî hêvî dikim rêzê li min bigrin.”
Selahattin Demirtaşê ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye di çarçoveya hevpeyvînekê de derbarê rojev û siyasetê de bersiva 29 pirsên 29 rojnamevanan da.
Demirtaş, li ser pirsa “Dengên HDPê di rapirsiya Metropollê de di navbera ji sedî12-14an de ye, ji bo ev rêje bê bilindkirin divê siyaseteke çawa bê meşandin?” got: “Em dizanin ku hêza dengên HDPê di navbera ji sedî 20-25an de ye. Ji bo ku ev hêz pêk were, divê armancên ku di belavoka Tifaqa Ked û Azadiyê de cih girtin bibin program, gotin û cîbicîkirin. Divê bi nêrîna aboriya demokratîk xelk bê têgihandin, ku dê bêkarî, kedxwarî û hejarî çawa bê nehiştin. Mirov dikare ragihîne, ku di bin navê azadiyan de çawa dê mafê kesayetî û giştî bên misogerkirin. Ev bo hevalên min pêşniyazên min in helbet, yên zêdetir û rastî jî ew dizanin.”
Hinek pirs û bersiv bi vî awayî ne:
Pirs: Meral Akşener hinek astengî danîn pêş berbijêriya Kiliçdaroglu û got `em bi ti awayî bi HDPê re li ser maseyekê rûnanin. Gelo Akşener dixwaze bi kiîjan hêzên civakî û siyasî re hilbijartinê qezenc bike? Eger Kiliçdaroglu nebe berbijêr, dê tabloyeke çawa derkeve pêş me?
Demirtaş: Bi rastî min gotinên wê wek astengî nedîtin, lê dê maseya şeş partî biryarê li ser berbijêrê xwe bide. Em beşdarî vê pêvajoyê nabin. Bi awayekî xwezayî jî mixatabê pirsa `dê çawa biser kevin` jî ew in, a rast mirov vê pirsê ji wan bike.
Pirs: Dema 7ê Hezîran – 1ê Mijdara 2015an ku bi sedan mirovan canê xwe jidest da, hûn Hevserokê HDPê bûn. Di demeke ku em ber bi hilbijartineke nû ve diçin, bi êrîşa Mêrsînê re metirsiya heman pêvajoyê heye, di vî warî de hişyarî tên dayîn. Wek siyasetmedarek, bo wê heyamê hûn rexneyan li xwe digrin, îro di serî de partiya we bo opozîsyonê pêşniyazên we çi ne?
Demirtaş: Ez xwe rexne dikim. Diviyabû me bikaribûya bi bangeke xurt a aşitiyê rê li ber şer bigirta. Lê çi feraset e nizanim, hemû kes ji bo senaryoya hov a ku wê demê rû da û hate rûdan, dixwaz in ku ez xwe rexne bikim. Lê ne rast e, ku mirov kesek an çend kesan bike berpirsê wê heyamê. Eger ku dê hemû tiştan çareser bike, ez amade me berpirsyariyê lixwe bigrim, lê rewş ne wiha ye. Ji her du aliyan aktorên wê demê rexneyekê jî lixwe nagrin, lê wek serê gunehkaran min nîşan didin. Di rastî de di nav kar de, çeteyên derbekar hene, çeteyên DAIŞê hene, îstixbarat, Hêzên Taybet ên Cendirme, Hêzên Taybet ên Polîs û çeteyên SADATê hene. Divê hemû bên eşkerekirin. Eger piştî hilbijartinan Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê bê avakirin û ew heyam bi hemû hûrgiliyan bê lêkolînkirin, dê baştir be. Di demekê de, ku hebûna bi dehan kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin kuştin nayên qebûlkirin, em dikarin kîjan rastiyan biaxivin. Divê opozîsyon vê carê balder be û ji gotinên aştiyê paş de gav navêjin. Ji we rojnamevanan daxwazeke min heye, lê binêrin wê demê li bajarên ku qedexe hatin ragihandin û hatin wêrankirin berpirsên operasyonan kîjan fermandar bûn û encama wan çi bû? Mirov dikare ji vêderê tiştekî bizane û destpê bike.
Pirs: Di demekê de ku tê gotin derbarê berbijêrê serokkomariyê de di navbera şeş partiyên maseyê de nakokî hene, tê dîtin ku di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de jî hinek nakokî hene. Hûn car caran bi gotinên xwe yên ku HDP nabêje midaxeleya vê tifaqê dikin? Em dikarin bibêjin hûn bi van gotinên xwe destê Kemal Kiliçdaroglu di maseya şeş partiyan de bihêz dikin? Eger HDP bi berbijêrê xwe beşdar bibe, dibe ku ku hilbijartin bimîne gera duyem, hûn dikarin bibêjin ku ji bo ev kar di gera yekem de bidawî bibe HDP dikara helwestê werbigre?
Demirtaş: Bi qasî ez dizanim, di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de ti pirsgirêkek nîne. Ti destwerdaneke min jî di pêvajoya tifaqê de nebû. Ez li ser medyayê fêr bûm, ku belavoka tifaqê û hevpeymanên dawî kî ne. Helbet geşedan bo dihatin veguhestin. Lê di ti qonaxekê de min ne rasterast û ne jî bi awayekî din destwerdan nekir. Ev ne mafê min e û ez ne xwedî nêrîneke wiha me. Daxuyaniyên min jî helbet ne ji bo bihêzkirina hinek kesane. Ez çawa bawer dikim, nêrînên xwe wiha tînim ziman. Dê HDP biryarê bide, ka di gera yekem de bi berbijêrê beşdarî hilbijartinê dibe yan na, dive hûn vêya ji wan bipirsin.
Pirs: Piştî ku bi pêşengiya HDPê Tifaqa Ked û Azadiyê hat ragihandin û parastina siyaseta parlamenteriyê kir, bi rojekê PKKê li Mêrsînê êrîşî qereqolê kir û li xwe girt. Hûn vêya çawa dinirxînin, bi çi girê didin?
Demirtaş: Min di vî warî de sekna xwe, helwesta xwe û nirxandinên xwe bi zelalî eşkere kirin. Divê em di çareseriyên ku ji şer û tundûtûjiyê dûr in, bi israr bin. Yek ji erkên bingehîn ê siyasetmedar ew e, ku qada xwe ya siyasî biparêze li ser prensîbên xwe bi israr be. Lê eger mirov siyaseta şer a ku hikûmeta AKP-MHPê bi salane berdewam dike, nebîne û li dijî wê dernekeve, mirov ji dil nabe aştîxwaz. Erê, bila çek û tundûtûjî nebe, lê di demekê de ku AKP-MHP li navxweyî û derve bi dilê xwe li ser şer israr dikin, bêdengî jî qebûlkirin e. Di warî de prensîb ew e, ku mirov ji dil li dijî hemû siyasetên şer raweste û bernameyeke ji dil a aştiyê pêşkêş bike. Em ê ji bo ku hêviya bo siyaseta demokratîk mezin bikin û biparêzin berdewam bixebitin.