Bahçelî eşkere kir ku hevdîtin hêjayî pêzanînê ye û daxuyaniyên hevgirtî yên DEM Partiyê hêviyên Tirkiyeya bêteror gelekî xurtir kirine.
Serokê MHPyê li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê û herêmê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew bi erênî li vê pêvajoyê dinêrin û amade ne piştgiriyê bidin her gavên ku di xizmeta Tirkiyeyê de ne.
Bahçelî da xuyakirin ku diyalog ji bo çareseriyê rêyeke girîng e û divê hemû alî vê firsendê bi awayekî baş bikar bînin ji bo xurtkirina aştî û aramiya li welêt.
"Divê bersiva banga Îmraliyê hebe"
Serokê MHPyê di berdewamiyê jî de got:
"Hevdîtina ku Serokkomarê hêja doh di Koşka Serokomariyê de bi şandeya DEM Partiyê re kiribû hem ji aliyê naverokê, hem ji aliyê pêşveçûnê û hem jî ji aliyê îfadeya sembolîk ve hêjayî pêzanînê ye.
Xwediyê mijarê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye.
Divê banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê bersiv bibîne. Muameleyeke baş a serokkomarê hêja ya li beramberî daxuyaniyên hevgirtî û gavên rasteqîn ên DEM Partiyê, hêviyên Tirkiyeya bêteror gelekî xurtir kirine.
Ji bilî ku em bi asteke herî zêde û pîvanê re amade bin ji bo rêlibergirtina aliyên sêyem ên ku avê şêlû dikin, mêjiyan dibin û beroşa nakokiyê dikelînin, bi esasî û bi usûlî pêwîst e ku em tedbîr û temkînê ji dest bernedin.”
Devlet Bahçelî amaje bi aloziyên Tirkiye û Îsraîlê jî kir û got:
“Dewleta xayîn û haydut Îsraîl ji 2yê Adara 2025an ve li Xezeyê tecrîdeke nedadmendane sepandiye, hemû kanalên alîkariyê girtiye û bi dorpêçeke wehşîyane nêzîkî 2 milyon xwişk û birayên me yên Filistînî mehkûmî birçî û perîşaniyê kiriye.
Wisa wehşet û cinayetên bi rêzê bi vî rengî di ti demê û di ti serdemê de çênebûne.
Êdî nabe behsa ti girîngî û pêşniyarên girêdana li peyamên riswa yên qels ên ku bandorên exlaqî, mirovî û hiqûqî nemane, li hêviya îstifadeyekê ji vê û bi wê ve girêdayî li benda encamekê were kirin.
Zimanê ku Îsraîl fêhm dike û dê fêhm bike diyar e.”
Doh endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêk anîn.