Deriyekî nû di navbera Îraq û Tirkiyeyê de vedibe: ‘Bi armanca siyasî ye!’

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê behsa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê yê Îraqê kir û diyar kir ku ji bo vekirina Deriyê Pêşxabûr-Koravayê hevdîtin bi berpirsên Îraqê re berdewam in.

20.04.2024, Cts - 19:54

Deriyekî nû di navbera Îraq û Tirkiyeyê de vedibe: ‘Bi armanca siyasî ye!’
Nuçe Belav bike

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku deriyê sînorî yê navneteweyî Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Herêma Kurdistan de ji bo bazirganiyê têrê nake.

Bolat da zanîn ku ji bo vekirina deriyê nû yê Pêşxabûr-Koravayê hevdîtinên wan bi rayedarên Hikûmeta Îraqê re berdewam in.

Piştî hilbijartinên xwecihî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê di serdana xwe ya yekem de biçe Îraqê û heman rojê were Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serdana Erdogan a Îraqê piştî 12 salan tê û dê pêwendiyên aborî û bazirganî, pirsên siyasî û dîplomatîk û ewlehiyê li ser maseya gotûbêjê bin.

Deriyê nû bi armanca siyasî tê vekirin

Serokên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Amed û Dihokê îro mêvanên bultena Rûdawê bûn û behsa hewlên vekirina deriyekî nû yê sînorî yê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kir.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Şûkrî Cemîl diyar kir ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê biçe Îraqê û gotûbêjan li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganiyê bikin.

Cemîl diyar kir ku vekirina deriyekî nû yê bazirganiyê wekî alternatîfa Deriyê Îbrahîm Xelîl, ne bi armanca bazirganî, tenê bi armanceke siyasî tê vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî diyar kir ku serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Îraqê, piştî hilbijartinan serdana yekem e û lewma gelekî girîng e.

Mehmet Kaya herwiha da zanîn ku bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îraqê re her tim girîng bûye û lewma ew bi hêvî ne ku di vê serdanê de rêkeftinên girîng ji bo bipêşxistina bazirganiya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re werin kirin.

Bolat da zanîn ku dê di serdanê de çend peymanên wekî “danezana Hevbeş a Avakirina Komîteya Bazirganî û Aboriya Hevbeş, protokola Avakirina Mekanîzmeya Hevkarî û Şêwirmendiya Astengiyên li ber Bazirganiya Teknîkî û Ewlehiya Berheman û Peymana Lihevkirinê ligel Odeyên Bazirganiyê yê Îraqê û Desteya Pêwendiyên Derve ya Aborî werin îmzekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:13:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x