Di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê sedan 50 kêm bûye

Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê sedan 50 kêm bûye û li parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên HDPê derketiye sedan 74.7an.

10.11.2022, Per - 05:44

Di nav hilbijêrên Kurd de rêjeya dengên AKPê sedan 50 kêm bûye
Nuçe Belav bike

Navenda Lêkolînê ya Spectrum House di navbera 25ê Îlonê û 10ê Cotmeha 2022ê ligel 1934 beşdarvanan ku temenê wan bi ser 18 salî de ye rapirsiyek bi navê “Meyîla Hilbijêrên Kurd” kiriye û %48,3 beşdarvanên rapirsiyê jin û sedan 51,6 jî mêr in.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên AKPê bi awayekî ber bi çav daketiye û her diçe jî kêmtir dibe. Herwiha berovajî vê yekê rêjeya dengên HDPê jî li gor hilbijartina borî zêdetir bûye û hilbijêrên ku dê cara yekem dengên bikarbînin sedan 78.7an gotine emê dengê xwe bidin HDPê.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin hunê dengên xwe bidin kîjan partiyê” sedan 74.7 hilbijêrên Kurd gotine HDP û sedan 6.6 jî gotine AKP. Herwiha hilbijêrên Kurd ên li parêzgehên Tirkiyê jî %70.3 gotine HDP û %12.8 jî gotine AK Partî.

Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Bakurê Kurdistanê

HDP sedan 74.7

AKP sedan 6.6

CHP sedan 5.9

Bê Biryar sedan 4.8

Dengê xwe bikar naynim sedan 4.8

Hilbijêrên Kurd li parêzgehên Tirkiyê

HDP sedan 70.3

AKP sedan 12.8

CHP sedan 7.4

Bê Biryar sedan 3.9

Dengê xwe bikar naynim sedan 3.1

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:40:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x